Ayten Kordû: Dersîmê dixwaze navê wê radestî wê bê kirin

Bi nêzbûna hilbijartinê re Partiyên Çepên Kesk li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê gelek mitîng, civîn û çalakî li dar dixin.
Bi taybetî ewlehiya sindoqan mijara gotinê ye. Derbarê vê yekê de gel tê hişyarkirin û bangawaziya xwedî lêderketinê tê kirin.
Coş û kelecanê ku li qadan diteyîse hêviya serkeftinê dide avakirin û mizginiya têkbirina desthilatdariyê dide.

Namzeta Parlamenteriyê ya Dersimê ya Partiya Çepên Kesk Ayten Kordû li ser hilbijartinên 14’ê Gulanê ji ANF’ê re axivî.

Ayten Kordû anî ziman ku Partiya Çepên Kesk li gorî pêwîstiyan xwedî bernameyeke berfireh e û ev tişt anî ziman:

“Li gel hin pirsgirêkên giştî, Dersim xwedî pirsgirêkên xweser e.

Dersim dixwaze navê wê radestî wê bê kirin.

Cihê gorên Seyît Riza û hevalên wî hîn nediyar e, dixwaze gorên wan bêne nîşandan.”

Kordû destnîşan kir ku li ser girîngiya ewlekariya sindoqên dengdanê her mirovekî me wezîfedare, divê xwedî lê derkevin.

Partiya Çepên Kesk, di çarçoveya hilbijartinê de li Enqereyê mîtîng li dar xist.

Mîthat Sancar: Teqez emê bi ser bikevin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di mîtîngê de axivî û got:

“Min ji Amed, Êlih, Cizîr, Sêrt û Rihayê soza veguherînê anî.

Gelê me ji bo guherîn û veguherînê amade ye. Enqere jî amade ye.

Di bin dara Partiya Çepên Kesk de li hev kom dibin, serkefin nêzîk e, teqez em ê bi ser bikevin.”

Kemal Bulbul: Rêya yekane Çepên Kesk e

Heman awayî parlamenter Kemal Bulbul û Mûrat Çepnî ku tev li mîtîngê bûn, bi rêya ANF’ê nêrînên xwe anîn ziman.

Kemal Bulbul diyar kir ku sedsala duduyan a komarê, ji bo wekhevî, azadî û edalet hebe, em ê biçin ser sindoqan û got:

“Em biçin ser sindoqan û bi Partiya Çepên Kesk re bibin piştgir. Rêya yekane, Çepên Kesk e.”

Mûrat Çepnî: Dema mezinkirina yekitiyê ye

Mûrat Çepnî jî derbarê hilbijartinê de axivî û ev tişt anî ziman:

“14’ê Gulanê, em ê têkoşîna li dijî diz, kujerên xwezayê û jinan û pergala riziyayî geş bikin.

Em, di hilbijartinan de û piştî hilbijartinan têkoşîna li dijî faşîzmê geş bikin.”

Li Dêrsimê bayê Çepên Kesk

Back to top button