Divê Pêşmerge nebin hevkarê plana dagirkirina Başûr

Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê têkildarî hewldanên pêşî girtina şerê navxweyî diyar kir hunermend, nivîkar û rewşenbîr li dijî faşîzma AKP-MHP’ê û hevkariya PDK’ê ya bi vê faşîzmê re, divê li dora berjewendiyên netewî kom bibin.
Komîteya TEV-ÇAND’ê bang li pêşmergeyên PDK’ê jî kir ku nebin hevkarê plana dewleta Tirk a dagirkirina başûr û êrîşa liser PKK’ê.

Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê derbarê hewldanên derxistina şerê navxweyî ya PDK’ê û xebatên rewşenbîr, siyasetmedar û hunermedan yên pêşî girtina şer daxuyaniyek nivîskî weşand.

Komîteya TEV-ÇAND’ê diyar kir ku cografyaya Kurdistanê bi temamî bûye qada şer û wiha got;

“Bi piştgiriya hêzên hegemon Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji hêla deweleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Li ser Başûrê Kurdistanê êrîşên giran hene. Dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê tê rêvebirin.”

“Şer wê ziyanê bide berjewendiyên netewî û destekiyan ji holê rake”

Komîteya TEV-ÇAND’ê diyar kir bicihkirina hêza leşkerî ya PDK’ê ya li qadên gerîla, di çarçoveya plana dewleta Tirk de pêk hatiye û wiha dewam kir;

“Malbata Barzanî û PDK ji hêla dewleta Tirk a mêtinger ve li dijî tevgera azadiyê têne xebitandin. Bi MÎT’ê re di nava têkiliyên sîxûriyê de ne, her cure destekê didin. Di şehîdbûna hin kadroyên pêşeng û gerîlayên PKK’ê de tiliya PDK’ê û malbata Barzanî heye.Di xebatên îstîxbarî yên Başûrê Kurdistanê de, ku gelê me dike nav tora sîxûriyê de rola PDK’ê diyarker e.”

Komîteya TEV-ÇAND’ê destnîşan kir planên êrîşê yên ku serkêşiya wê DYE û Israîl dikin û bi hevkariya PDK’ê ya dewleta Tirk bi rêve diçin, berdewama komploya navnetewî ye û got;

“Bêguman şerekî pêkan wê ziyanê bide berjewendiyên me yên netewî û destketiyên heyî jî wê ji holê rake. Parastina berjewendiyên gelê Kurd di serî de yên hunermendên şoreşger, demokrat, kedkarên çandê, hozanên gel, şaîr, rewşenbîr û nivîskaran, peywira hevpar a hemû kesî ye.”

“Divê rewşenbîr û siyasetmedar li dijî faşîzmê li dora berjewendiyên netewî kom bibin”

Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê diyar kir, hunermendên kedkar, wêjekar, rewşenbîr, nivîskar, çawa ku di dîrokê de li dijî rejîmên qirker rabûne, niha jî li dijî faşîzma AKP-MHP’ê û hevkariya PDK’ê ya bi faşîzma AKP-MHP’ê re rabin, li dora berjewendiyên netewî komî ser hev bibin û wiha pêde çû;

“Ev berpirsyariya wan a dîrokî ye. Çi rewşenbîr, hunermend, nivîskar û wêjekar ku li ser rêya heqîqetê dimeşin nikarin xwe li derveyî vê pêvajoyê bihêlin. Divê xebatên wêjeyî û hunerî tevlî pêvajoya berxwedanê ya geş bibin, bersivê bidin faşîzma AKP-MHP’ê û îxanetê.”

Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê bang li pêşmergeyên PDK’ê kir ku nebin hevkarê plana dewleta Tirk ya dagirkirina başûr û nebin hevkarê plana êrîşa li ser PKK’ê.

Back to top button