Li dijî tecrîdê Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê hat Tirkiyê

Hewldanên li dijî vê tecrîda mutleq li qada netewî û navneteweyî didomin.
Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî caraduyemîn hat Stenbolê ji bo têkildarî tecrîdê hevdîtinan bike.

Di 24-29’ê Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî ku 36 kesan pêktê û ev şande derbarê tecrîdê de serdana gelek saziyên Bakurê Kurdistan û tirkiyê kiribû.

Gelek hevdîtin bi partiyên siyasî, baroyan û rêxistinên civaka sîvîl re kiribû.

Delegasyonê, piştî hevdîtinan têkildarî tecrîda li Îmraliyê raporek amade kiribû bi raya giştî re parve kiribû.

Cara duyemîn Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî ku hat Tirkiyeyê, dê li Stenbolê hin hevdîtinan bike.

Şande dê di navbera 11-12’ê gulanê de li bajêr serdana gelek saziyan bike û têkildarî tecrîda li Îmraliyê û geşedanên li welêt hin civînan çêbike.

Back to top button