Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Hawar Qamişlo re xwest

Şêniyên kantona Qamişlo sersaxî ji malbata gerîlayê HPG’ê ku di şerê li Zapê de şehîd bû, xwestin.

Şehîd Menaf Elî Îsmaîl (Hawar Qamişlo) di 25’ê meha borî di şerê li herêma Zapê de şehîd bû.

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê û bi sedan şêniyên Dêrik, Çilaxa û Til Koçerê sersaxî ji malbata şehîd Hawar Qamişlo re xwest.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Cewahir Osman û ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mihî El-Dîn Xêrkî axivîn.

Di axaftnan de sersaxî ji malbata Şehîd re hate xwestin û soza berdewamiya riya şehîda hate dayîn.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd Hawar Qamişlo hat xwendin û diyarî malbatê hate kirin.

Back to top button