“Wê Iraq wergirtina malbatên xwe yên li Kampa Holê bidomîne”

Şêwirmendê Ewlekariya Nîştimanî ya Iraqê ragihand, hikumeta Iraqê hewlên xwe yên ji bo vegerandina penaberên Iraqî yên li Kampa Holê ya Sûriyê dimînin dewam dikin û dibêje: “Piştî guncawî pîvanên civakê hatin kirin wê tevlî nava civakê bên kirin.”

Şêwirmendê Ewlekariya Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erecî di ‘Forûma Iraqê’ ku li Bexda hat lidarxistin de têkildarî penaberên Iraqî yên li Kampa Holê axivî.

Qasim Erecî tekez kir ku Kampa Holê kampek bi ewle ye û gelek baş tê parastin û wiha got:

“Di vê kampê de 7 hezar malbatên Iraqî têde dimînin.

Li gel van malbatên Iraqî, zêdetirî 10 hezar welatiyên tundrew yên biyanî û hêjmarek zêde ya malbatên ji Sûriyeyê jî di vê kampê de cih digirin.”

Erecî Kampa Holê weke kampek mîna ‘bombeyek ji teqînê re amade’ wesif kir û got:

“Di vê kampê de 20 hezar zarok û jinên bûne qurbanê hişmendiya tundrew hene.

Lewra em ji biryara xwe ya vegerandina van malbatên Iraqî ji Kampa Holê venagerîn.

Divê em zarok û jinan ji vê hişmendiya tundrew û metirsîdar biparêzîn.

Qasim Erecî eşkere kir ku Iraq ji bo çareserkirina pirsgirêka Kampa Holê xebat û têkoşîna xwe dewam dike û ev tişt got:

“Hikûmeta Navendî ya Iraqê jî pêşwazî û wergirtina penaberên ji Iraqê dewam dike.

Heta niha neh karwanên ku hêjmara wan gelek bû hatine vegerandina Iraqê.

Ev malbatane piştî vegerandinê, wê di perwerdeyên taybet re bên derbazkirin û têkelî civakê bên kirin.”

Şêwirmendê Ewlekariya Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erecî her wiha banga rizgarkirina zêdetirî 20 hezar zarok ji bîrdozî û hişmendiya tundrew ya DAIŞ’ê kir.

Back to top button