Kongra Star: Dîlgirtina Rêber Apo li dijî qanûnên mafên mirovan e

Koordînasyona Kongra Star a bakur û rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyeke nivîskî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar kir û bang li raya giştî ya demokratîk kir ku dawî li vê tecrîd û girtinê bîne. 

Koordînasyona Kongra Star a bakur û rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyekê nivîskî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û teqez kir ku “Bêyî azadiya Rêber Apo em ne azad in.”

Koordînasyonê destnîşan kir ku komplo xelekek ji zîncirên komployên ku li ser gelê herêmê bi giştî û bi taybet Gelê Kurd hate çêkirin.

Kongra Star anî ziman ku Rêber Apo vîna bi milyonan Gelê Kurd e, dîlgirtina wî jî li dijî qanûnên mafên mirovan e.

Kongra Star teqez jî kir ku ewê xebatên xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo dewam bikin, bê azadiya Rêber Apo azadiya tevahî gelê Kurd û gelê Rojhilata Navîn tune ye .

Kongra Star: Bi komploya di kesayeta Rêber Apo de jin hatin armanckirin

Kongra Star got:

Rêxistina Kongra Star a ku yek ji berhemên fikir û felsefeya Rêber Apo ye, baş dizanin ku komplo tenê kesayeta Rêbertî armanc nagire, ew vîna Gelê Kurd, jinê û tevahî pêkhateyên herêmê dike armanc.

Koordînasyona Kongra Star bang li Konseya Mafên Mirovan a Yekîtiya Ewropa û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî kir ku dewleta Tirk neçar bikin ku vê tecrîdê bi dawî bike da ku azadiya Rêber Apo ya fîzîkî çêbibe.

Back to top button