PAJK’ê: Rêber Apo bi sekna berxwedêr û kesayeta dîrokî komplo têk bir

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê PAJK’ê têkildarê komploya navneteweyî ya 15’ê Sibat daxuyaniyek nivîskî weşand. PAJK’ê bang li her kesê kir ku bi berpirsyariya xwe ya wijdanî rabin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO têkoşîna xwe bilindtir bikin.

Koordînasyona Partiya Azadya Jinên Kurdistanê PAJK’ê bi rasthatina 22. salvegera komploya navnetewî daxuyaniyek niviskî weşand.

PAJK’ê diyar kir ku ev komplo, di kesayeta rêber Apo de, li ser jinan tevgera azadiyê, gelê Kurd û tevahî mirovahiyê hatiye li darxistin.

PAJK’ê got:

“Hêzên hegemon ku DYE, Îsraîl û NATO jêre pêşengiyê dikin ev komplo pêk anîn.

Dewleta Tirk û hevkarên wê ji bo pêşî li mezinkirina tevgera me û tekoşîna jinê bigrin, Rêber APO di nav tecrîdek giran û pergala îşkenceyê de digrin.

Ev şerê mezin di serî de li Îmralî, di kesayeta Rêbertiya me de li tevahî Kurdistan, Rojhilata Navîn û li ser mirovahiyê tê meşandin.”

PAJK’ê: Tecrîd û dagirkerî, nûkirina komployê ye

PAJK’ê destnîşan kir ku di rojên ber bi salvegera komplo de dewleta Tirk ya dagirker, bi êrîşa li ser herêma Garê re peyama dagirkirina Kurdistanê û nûkirina komployê careke din daye.

PAJK’ê anî ziman ku:

“Tecrîda giran ya li ser Rêber APO, dagikeriya li ser Efrînê, Serê Kaniyê, Xakûrkê, Haftenîn, Garê û hwd di çarçoveya nûkirina komplo de ye

Bi pêngavên ‘Dem Dema Azadiyê’, tekoşîna me di qada cîhanî de bandoreke mezin daye avakirin. Ji Misrê heya Başûrê Efrîqayê êdî her kes daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber APO dikin.”

PAJK’ê: Azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo berpirsyariya dîrokî ye

Koordînasyona Partiya Azadya Jinên Kurdistanê PAJK’ê herî dawî got:

“Em bang li tevahî jin û ciwanên Kurd dikin ku bi erka xwe ya netewî, welatparêzî û dîrokî rabin. Her wiha bang li tevahî Kurdan dikin da ku di şexsê Rêber APO de xwedî li vîn û nasnameya xwe derkevin.”

Back to top button