Besê Erzîncan: Rêber Apo li dijî dewleta herî zalim a cîhanê li ber xwe dide

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan destîşan kir ku Rêber Apo li dijî dewleta herî zalim a cîhanê li ber xwe dide û got: “Çareseriya Rêber Apo wê mirovahiyê rizgar bike.Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk jî diyar kir ku têkoşîna wekhevî, demokrasî û edaletê bi pêş ve dibe.

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan li ser Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî.

Besê Erzîncan diyar kir ku rêber Apo di nava zindaneke yek kesî de li dijî dewleta herî zalim a cîhanê li ber xwe dide

Besê îşaret bi sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê jî kir û got:

“Rêbertiya me di nava tecrîdeke êşkenceyê ya herî hovane ku li deveyî hiqûq, exlaq û wijdanê ye tê ragirtin.

Sîstema êşkenceyê jî ji aliyê Tirkiyê û bi pêşengtiya DYE’yê, Rûsya û welatên Ewropayê pêk tê.

Besê Erzîncan: Rêber Apo çareserkirina pirsgirêka azadiya jinê dike armanc

Besê Erzîncan got:

Rêbaza çareserkirina pirsgirêka azadiya jinê rizgariya mirovahiyê dike armanc. Ji bo vê ye ku cara yekem di dîroka mirovahiyê de li dijî Rêberê gelan komployek ewqas berfireh û hevkariya gelek deweletan hate kirin.

Besê Erzîncan îşaret bi operasyona Garê jî kir û weke dewama komployê bi nav kir.

Besê Erzîncan: Teqez emê bi ser kevin

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan teqez kir ku emê tim şoreşgeriya xwe di her kêliya têkoşînê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe pêş bixin. Emê bi teqez ser bikevin. Azadî wê bi têkoşîn û berxwedanê bi ser bikeve.”

Zilar Stêrk: Pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ bi tevlîbûneke xurt dewam dike

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk jî bi heman armancê nirxandin kir.

Zilar Stêrk destpêkê komplo şermezar kir û şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ ku li dora Rêber Abdullah Ocalan bûn xeleka ji agir, bi bîr anî.

Zilar Stêrk bal kişand ser pêngava “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye” ku 12’ê Îlona 2020’î ji aliyê Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd ve hate destpêkirin û destnîşan kir ku tevlîbûna pêngavê bi pêşengiya jinan û ciwanan roj bi roj zêde dibe.

Zilar Stêrk: Têkoşîna wekhevî, azadî û edaletê bi pêş dikeve

Zilar Stêrk destnîşan kir ku ev sînerjiya hêzên demokratîk ên global dibe sedema hêviyê û got:

Têkoşîna wekhevî, azadî, biratî, demokrasî û edaletê ya mirovahiyê bi pêş ve dibe.”

Zilar Stêrk destnîşan kir ku ji ber fikrê wî yê modernîteya demokratîk a nû ku pêşkêşî mirovahiyê kiriye û çarçoveya wê ya civakî, têgihiştin û teoriyê, di asta navneteweyî xwedî li Rêberê Abdullah Ocalan tê derketin.

Back to top button