Meşa ciwanan di roja xwe ya dawî de ye

Meşa ku ciwanên Kurd û ên enternasyonalîst ji bo azadiya Rêber Apo 4 roj berê dabûn destpêkirin didome.
Ciwan piştî meşa 15 kîlometreyan gîhîştin bajarê duleldorfê û wê îro çalakî bi daxuyaniyek bidawî bibe.

Ji welatên wekî Almanya, Swîsre, Fransa, Îngîltere, Îspanya, Îtalya û Bolîvyayê nêzî 40 ciwanên enternasyonalîst û 200 ciwanên Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dest bi meşê kiribûn.

Ciwanan ku di roja 4’emîn de li bajarê Neûssê hatin ba hev, heta Dusseldorfê meşiyan.

Ciwanan di rêya 15 kîlometreyan de azadiya Rêber Apo û Kurdistanê qêriyan û berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê silav kirin û balkişandin li ser tecrîda li Îmraliyê.

Piştî ku ciwan gîhîştin Duseldorfê ji bo bîranîna şehîd Berxwedan Çiyager ê di êrîşa dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk çalakiya bîranînê li darxistin.

Ciwanên ku wê îro li Kolnê heta navenda bajarê Mulheîmê bimeşin wê li vir dawî li çalakiya xwe bînin.

Li Ewropayê meşa “Rêwîtiya Azadiyê” di roja 4’an de dewam dike

Back to top button