Rûspî û serokeşîrên Tebqayê piştgiriya operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ya QSD’ê kirin û bang li serokeşîrên Dêrazorê kirin ku guh nedin fîtneyên hin aliyan ku dixwazin li dijî projeya Neteweya Demokratîk derxin.
Rûspiyê eşîra Igêdat Sultan El Weka Li hember propagandaya li dijî operasyona “Xurtkirina ewlehiyê”got:
“Divê eşîrên Dêrazorê fêm bikin tiştê li Dêrazorê dibe hewldana peydakirina fîtneyê û têkbirina aramiya herêmê ye ku di encamê de projeya neteweya demokratîk bê têkbirin.”
Divê em piştgiriya hêz û rêveberiya xwe bikin. Dema ku dewletan komplo li dijî me pêk dianî, her duyan em ji DAIŞ’ê rizgar kirin.”
Rûspiyê eşîra Şefrat, Ehmed El Cedû jî hewildanên fitnê wiha nirxand:
“Tevgerên şaneyan û tevgera di bin navê eşîrên ereb de li dijî gelê herêmê û QSD’ê komployek e.
Armanca wê, derxistina fitneyê, tevlihevîkirina ewlehiya herêmê ye.
Em Kurd, Ereb, Suryan û Aşûr di yek xendeqî de li dijî êrişan li ber xwe didin û em rê nadin tu dewletan ku azadiy me bigire.”



