“Bi hevgirtinê em ê dagirkeriyê têk bibin”

Şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê diyar kir ku bi hevgirtin û yekitiya gelan wê hemû planên dagirkeriyê têk bibin.

Welatiya Ereb Mecdolîn Şêxo diyar kir ku cudahî di navbera pêkhateyan de tune ye û got:

“Em pêkhateyên Şehbayê bi gelê Efrînê re li hember dagirkeriyê disekinin.

Bi yekitî û hevgirtinê em ê Efrîn û herêmên dagirkerî rizgar bikin.”

Welatiyê Kurd ê Êzidî Arif Mihemed jî wiha nirxandin kir:

“Dewleta Tirk dixwaze hevgirtina pêkhateyan parçe bike.

Lê tevahî gelên herêmê li ser esasê xwîşk û biratiya gelan û hevgirtinê mezin bûne.

Ji ber vê yekê dewleta Tirk nagihêje armancên xwe.

Em ê li hemer fitneyan û dagirkeriyê berxwedan û tekoşîna xwe bi hevgirtinê mezintir û bi hêztir bikin.”

Her wiha welatiya bi navê Yeser Hemdo jî ev tişt anî ziman:

“Ji ber ku erişên dewleta Tirk bi serneketin vê çarê bi riya derxistina tevliheviyan dixwazin siyaseta xwe ya qirêj bibin serî, lê gelê heremê bi yekîtiya xwe vê siyaseta qirêj vala derxist.”

Back to top button