Konferansa Meclisa Jinan bi encamnameyekê bi dawî bû

Konferansa Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya derbarê rewşa jinên li herêmên dagirkirî û bipêkirinên ku li dijî wan tên kirin duh li Qamişlo konferansek li dar xist. Konferans bi encamnameykê bi dawî bû.

Konferansa Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “jina Sûrî di bin dagirkeriya Tirkiyê de êş, xweragirî û berxwedan” ji bo nîqaşkirina rewşa jinan li herêmên dagirkirî, li Hola Zana ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Di Konferansê de rewşa jinan li herêmên dagirkirî û binpêkirinên ku derheqê wan de tên kirin hat nîqaş kirin.

Di dawiya Konferansê de daxuyaniyek ji aliyê Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Muhemed ve hat xwendin.

Hin ji xalên ku di encamnameya Konferansê de cih girtin ev in:

-Divê hemû herêmên dagirkirî werin rizgarkirin û hêzên dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê bên derxistin.

-Divê dewleta Tirk dewleteke dagirker were pênasekirin û banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk ji hemû xaka Sûriyê re were kirin.

-Xebata li ser vegerandina koçberan û penaberan li warên wan bi garantiya navneteweyî were kirin.

-Li ser asta navneteweyî pevguhertina tecrubeyên têkoşîna jinan.

-Divê çarekirina krîza Sûriyê li Sûriyê be, bi destê sûriyan û bi rêya danûstandinên siyasî be ku tê de hemû sûrî beşdar bibin.

– Divê jin di xebata siyasî û biryaran de beşdar bibin.

– Divê Komîteyên hiqûqnasan werin avakirin û navendên lêkolînan a lêpirsîna rastiyên li herêmên dagirkirî û belgekirina sûcan werin vekirin.

Back to top button