Dadgeha Rûsya rêxistinên Nevalny bi “alîgirên tundiyê ne” mehkum kir

Li Rûsyayê, li dijî mixalîfan qanûn û zextên nû tên ferzkirin. Serokê Rûsya Vladimir Putin bi îmzakirina qanûna nû re, rê li pêşiya serkeftinên Serokê Mixalîfên Rûsya Alekxei Navalny digire. Dadgeha Rûsya tevahî rêxistin û alîgerên Navalny bi rêxistinî radîkal bi nav kir û çalakiyên wan qedexe kir.

Di nava çalakiyên pêşî girtina li mixalefetê de, Dadigeha Rûsiyayê Weqfa Têkoşîn li dijî Nelirêtiyan û Saziya Parastina Mafên Sivîl yên ji aliyên Navalny ve hat avakirin, bi rêxistinên ” radîkal ” bi nav kir.

Li gorî rêzîknameya qanûna nû ya ku bi êrêkirina Meclîsa Nûneran û îmza kirina Putin re fermî bû, wê rê li ber beşdarbûna wan ya hilbijartinan bigire.

Her wiha ji mafên parvekirina agahî bêpar hate hiştin û çalakiyên darayî, lidarxistina xwepeşndanan û çalakiyan, hatine qedexekirin.

Parêzera Weqfa Têkoşîn li dijî Nelirêtiyan Valeria Vitoshkina diyar kir ku wê di nava 10 rojan de biryarê îtiraz bikin.

Back to top button