Çalakiya greva birçîbûnê di roja 196’an de dewam dike

Çalakiyên grevên birçîbûnê yên li zîndanên dewleta Tirk ên li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Rêber Apo de meha heftan de ye.
Çalakiyên li kampa penaberan a Mexmûr û li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî dewam dikin.
Rêxistina HDP’ê a li Mêrdînê bi daxuyaniyekê xwest ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.

Berxwedana girtiyên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê de ne bi biryardariyeke mezin didome.

Bi dewrgirtina koma 40’emîn çalakiya greva birçîbûnê di roja 196’an de ye.

Çalakiya grevê li Mexmûrê di roja 175’an de didome.

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî di roja 159’an de çalakiya xwe dewam dikin.

Rêxistina HDP’ê li Mêrdînê xwest ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin

Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê dijî tecrîda ser Rêber Apo daxuyaniyek da û xwest ku daxwazên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bên qebûlkirin.

Daxuyanî li ber avahiya partiyê hatî dayîn de gelek kes, endam û rêveber amade bûn.

Hevserokê HDP’ê yê Mêrdînê Salih Kuday, di daxuyaniyê de axivî û wiha got:

Tecrîda li ser Birêz Ocalan ser tevahî gelê Kurd e.

Dema tecrîd bi dawî bibe, aştî û demokrasî pêk bê û wê dawî li zextên desthilatdariya AKP û MHP’ê bên.

Piştî axaftinê dijî tecrîdê dest bi çalakiya rûniştinê hat kirin.

HDK: Mifteya azadiyê li Îmraliyê ye

Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû jî di civata giştî ya kongreya xwe de axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan.

Îdîl Ûgûrlû berxwedana girtiyên di greva birçîbûnê de silav kir û got:

“Rakirina vê tecrîdê wê ji bo gelan hemû bibe çareseriyek mayînde. Mifteya me ya azadiyê li Îmraliyê ye.”

Back to top button