Ji navçeyên Şera, Şêrewa û Raco yên Efrînê 8 sivîl hatin revandin

Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk û çeteyên xwe ji navçeyên Şera, Şêrewa û Raco 8 sivîl revandin
Navenda Rojava ya lêkolînên Stratejîk di rapora xwe de diyar kir di wargehên ku ji malbatên çeteyan re hatine avakirin, 7 hezar û 500 Filistînî lê hatine bi cih kirin.
Gerînendeya Şûnwaran a Efrînê jî ji ber rûxandina keleha Kilotê bang li civaka Navnetewî kir ku kelehê biparêze.

Rêxistina Mafên mirovan a Efrînê Sûrî ragihand ku çeteyan ji gundê Dêr Siwanê bi tewanên ne rast sê sivîl revandin.

27′ Gulana borî çeteyên dewleta Tirk şêniyên bi navê Elî Mistefa Reşo yê 22 salî, Reîşd mistefa Reşo yê 23 salî û Umer Cinêdan ê 27 salî revandin.

Li gorî rêxsitinê, çeteyan Elî û reşîd bi giranî êşkence kirin û piştî standina pereyan ew her du bira hatin berdan, lê heya niha jî çeranûsa Umer ne diyar e.

Navenda belgekirina binpêkirinan li bakurê sûrî jî ragihand 8′ Hizêranê, ji gundê Aqîbê yê Şêrewa ciwanê bi navê Zekeriye Diyab Sefe ê 28 salî li Efrînê hat revandin. .

7’ê Hizêranê jî, ji navçeya Raco çeteyan şêniyê bi navê Hesan Horo yê 40 salî yê ji gundê Bilêlko yê navçeya Raco revand.

Li gorî navendê, ji ber di wêneyekê de ku Hesen bi çilên Kurdî hat dîtin, çeteyan ew revand.

Li heman navçeyê jî, çeteyan şêniyên bi navê Neşet Musa yê ji gundê Kewanda û Fêsel Reşîd yê ji gundê Hec Xelîl revandin.

Navenda Rovava: Dewleta Tirk li Efrînê 7 hezar û 500 Filistînî bi cih kirin

Di çarçoveya guhartina demgrafiya Efrînê de Navenda Rojava ya lêkolînên Stratejîk raporek belav kir.

Di raporê de hat ragihand ku bi dagirkirina Efrînê dewleta Tirk zêdeyî ji sedî 75 ji şêniyên Efrînê kocber kirin û dest bi planên guhartina demgrafî kir.

Dewleta Tirk bi destekên dewletên mîna Qeter û kiwêt dest bi pirojeyên avakirina wargehên niştecihê ji malbatên Ereb û Turkmen li Efrînê kir.

Navenda Rojava destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo sepandina plana guhartina demografî, li Efrînê zêdeyî 7 hezar û 500 Filestînî bi cih kirin.

Gerînendeya Şûnwaran a Efrînê: Divê keleha kilotê were parastin

Derbarê êrîşên dagirkeriya Tirk ên li dijî keleha Kilotê yê li navçeya Şêrewa, Gerînendeya Şûnwaran a Efrînê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de Gerînendeyê êrîş şermezar kir û bang li Civaka Navneteweyî kir ku divê ev keleh ku di lîsteya çanda cîhanî ya UNESCO de cih digre, bê parastin.

Back to top button