HPG: Li Zap, Avaşîn û Metîna 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên Kurdistanê di çarçoveya pêngavan de bê navber bersiva êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê didin û rojane jî derbên giran li artêşa Tirk a dagirker didin.
HPG’ê diyar kir li herêmên Zap, Avaşîn û Geverê di encama çalakiyên gerîlayan de 10 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Artêşa Tirk a dagirker ku ji 23’yê Nîsanê de li dijî başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê daye destpêkirin li ber berxwedana gerîlayan têk diçe.

Gerîla rojane bi çalakiyên bi bandor derbên giran li artêşa Tirk a dagirker didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên dagirkeriyê û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de rêze çalakî lidarxistine û ev agahî parve kir;

“Di 9’ê Hezîranê de li herêma Avaşînê dema ku dagirkeran hewl dan têkevin çeperên şer, hezên me bi sabotajê û bi çekan li dagirkeran dan. Di encama çalakiyan de 7 dagirker hatin kuştin.

Di 9’ê Hezîranê de li dijî dagirkerên li Girê Xeregolê yê herêma Zapê bi çekên giran çalakiyek hate kirin. Di encamê de dagirkerek hate kuştin.

Hêzên me yên YJA-Starê 9 û 10’ê Hezîranê bi çekên giran li Qereqola Girê ya Çelê ya Colemêrgê dan. Hejmara dagirkerên hatine kuştin û birîndarkirin nehatiye zelalkirin.

Di 9’ê Hezîranê li Girê Îxanetê ya Qereqola Wargenima ya Gevera Colemêrgê li dijî dagirkeran çalakiyek hate kirin û li vir jî 2 leşker hatine cezakirin.”

HPG’ê diyar kir êrîşên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.

Hat diyar kirin 8, 9 û 10’ê Hezîranê qadên Qela Qumriyê û Girê Zedûra yên herêma Metîna, derdora gundê Dînartê yê Akrê û qadên Qela Bêdewê û Cilayê Piçûk yên herêma Zapê bi balafirên şer û helîkopteran hatin bombebaran kirin.

Her wiha HPG’ê diyar kir artêşa Tirk cih û warên sivîlan yên li başûrê Kurdistanê jî bombebaran dike.

Back to top button