Coni Ledesma: Divê her kes ji bo PKK’ê bikeve nava tevgerê

Endama Eniya Demokratîk a Neteweyî ya Fîlîpînan-NDFP Coni Ledesma li ser derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” axivî û bang li her kesî kir ku ji bo ku PKK ji “lîsteya terorê” bê derxistin, bikevin nava liv û tevgerê.

Saziya Îstîxbarata Ewlekariya Giştî ya Japonyayê (PJIA) di 28’ê Mijdarê de li ser malpera xwe ya fermî PKK ji lîsteya rêxistinên qedexekirî derxist.

Endama Eniya Demokratîk a Neteweyî ya Fîlîpînan (NDFP) Coni Ledesma li ser derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” axivî.

Conî Ledesma derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên qedexekirî ji aliyê PJIA’yê ve, wek pêşketineke baş pênase kir û wiha anî ziman:

“Têkoşîna ji bo mafê diyarkirina çarenûsa xwe, gelekî nake terorîst.

Gel û koman bi hêsanî dixin lîsteya terorê û piştî mirina wan jî li wir dimînin.

Mînaka vê yekê jî Nelson Mandela ye ku bûye lehengekî cîhanê.

Lê belê heta mirina xwe jî di lîsteya terorê ya DYA de bû.”

Conî Ledesma: Di têkoşîna jinên Kurd de roleke sereke ya PKK’ê heye

Conî Ledesma destnîşan kir ku PKK’ê têkoşîna gelê Kurd a ji bo mafê diyarkirina çarenûsa xwe aniye rojeva cîhanê û wiha pê de çû:

“Di têkoşîna jinên Kurd de roleke aktîf a PKK heye.

Jinên Kurd bi çalakiyên cuda û tevlêbûna li nava têkoşîna çekdarî, nîşan da ku ew hêzeke têkneçûyî ne.”

Conî Ledesma destnîşan kir ku ji bo ku PKK ji hemû lîsteyên terorê bê derxistin divê her kes bêhtir kar bike û got:

“Di derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê de pêşketineke mezin çêbû.

Mirov çi qasî li dijî lîsteya terorê ya PKK’ê bikevin nava tevgerê, ew qas baştir e.

Akademîsyen, nivîskar, xwendekar, jin, sendîkavan û kesên din divê li dijî xistina PKK’ê ya nava lîsteya terorê, dengê xwe bilind bikin.”

Conî Ledesma kî ye

Conî Ledesma rahîbeyeke katolîk a berê ye. Di hevdîtinên aştiyê de nûnera yekemîn a navneteweyî ya rêxistina jinên şoreşger Makîbaka û endama Panela Muzakereyê ya Eniya Demokratîk a Neteweyî ya Fîlîpînan (NDFP) e.

Îstîxbarata Japonyayê PKK’ê ji nav lîsteya ‘rêxistinên qedexe’ derxist

Back to top button