Foruma Sûrî a duyemîn li Reqa pêk tê

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD îro foruma Sûrî ya Duyem Stratejiya Dîrokî ya Têkiliyên Kurd û Ereb di çarçoveya nêrîna Rêber APO de li Reqa yê li dar dixe.

Bi şoreşa rojava re têkiliya dîrokî ya kurd û ereban hîn xurtir bû.

Gelê kurd û ereb li dijî hemû hewildanên tevliheviyê îro jiyaneke nû ya hevbeş ava dikin.

Di vê çarçoveyê de îro li reqayê di pêşengtiya PYD’ê de foruma duyemîn a Sûrî li dardikeve.

Tifaqa Kurd û Ereb ya stratejîk

Forûm wê bi du riniştina pêk bê.

Li gor komîteya amadekar a forûmê plansaziya forûmê bi vî rengî ye.

“Di rûniştina yekem de wê li ser  mijarên weke;

Dîroka têkîliyên Kurd û Ereban li Suriyê wê  ji aliyê Hevserokê Partiya Sûriya Pêşeroj şaxê Dêrazorê Samir El Elî ve bê dayîn

Dîroka têkîliyên Kurd û Ereban li Rojhilata Navîn wê ji aliyê Lîkolîner û Akadîmisyen

Ibrahîm El Qeftan ve bê dayîn.

Rûniştina Dûyem de jî wê li ser mijara Rola stratejîk a peywendiyên Ereb û Kurd di çareserkirina krîza Sûriyê de wê ji aliyê Seroka Desteya Rêveber A MSD ê tê birêvebirin

Her wiha mijara Giringiya tîfaqa Kurd û Ereba di çareserkirina kirîzên heyî di Rojhilata Navîn de wê ji aliyê Endama Kordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo ve were dayîn

Forum wê bi daxuyaniyekê bi dawî bibe

Back to top button