Mihrîcana 2’emîn a Çanda Kurd a li Parîsê destpêkir

Mihrîcana Çanda Kurd a Parîsê ya 2’emîn ku wê heta 12’ê Gulanê bidome, doh li Parîsê destpê kir.

Ji bo kesên ku bixwazin çanda Kurd, mutfaqa Kurd, Şano û lîstokên herêmî yên Kurdî bizanin, Mihrîcana Çanda Kurd a Parîsê ya 2’emîn destpê kir.

Mihrîcan diyarî Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil hat kirin û mihrîcan cihê ku ew lê hatine qetilkirin, destpê kir.

Di destpêka merasîmê de nûnerên saziyên Kurdistanê, muzîkvan û komên foklorê ji Navenda Civaka Demokratîk a Parîsê hetanî avahiya Şaredariya Parîsê ya 10’emîn meşek çandî lidar xistin.

Xwepêşandanê li herêmê rastî eleqeyek mezin hat.

Vekirina mihrîcanê li Şaredariya Parîsê ya 10’emîn pêk hat.

Senatorê Parîsê Remî Feraûd di vekirinê de axivî û got: “Şaredariya Parîsê ya 10’emîn mala Kurdan e. Li şaredariyê pêşwazîkirina merasîmek wiha, rûmet e.”

Di bernameya vekirinê de koma Govendê ya Rojbîn a Parîsê, Meral Alkan û Ûlaş Kelaşîn derketin ser dikê.

Wê Mihrîcan heta 12’ê gulan her roj bi bernameyek çandî û hûnerî bidome.

Back to top button