“Di şexsê Rêberê me de gelê me tecrîdkirî ye”

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan derbarê Hilbijartinên 14’ê Gulanê axivî.
Besê Erzîncan bang li her kesî kir ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û got:
“Bi Partiya Çepên Kesk re wê Tirkiye bikeve nava rojên hîn bedew û ronahî.”

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan têkildarî tecrîda li dijî rêber Apo û Hilbijartinên 14’ê Gulanê peyamek weşand..

Besê Erzîncan di destpêkê de şehîdên têkoşîna şoreşê û tevgera azadiyê ya Kurd bi bîr anî ..

Erzîncan di peyama xwe de bal kişand ser tecrîda giran a li dijî Rêber Abdullah Ocalan û got:

“Di vê pêvajoya hilbijartinê de li dora Rêbertî hin nîqaş têne kirin.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi tecrîda giran a li ser Rêberê me, gelên me tecrîd dike.

Tecrîdkirina Rêberê me wê ti carî bi kêrî gelên Tirkiyê neyê.

Bi vê wesîleyê bang li hin hêzên ku xwe demokratîk û azadparêz nîşan didin dikim.

Bila vê helwesta xwe ya têkildarî Rêbertî di ber çavan re derbas bikin, sererast bikin. ”

“Partiya Çepên Kesk bi polîtîkayên xwe bi rola pêşengiyê radibe”

Besê Erzîncan balkişand li ser hesasiyeta pêvajoyê û ev nirxandin kir:

“Di vê pêvajoyê de wê diyar bibe ku Tirkiye ber bi ku ve biçe.

Polîtîkayên faşîst ên AKP û MHP’ê bi kêrî civakê, gel û jinan nehat, timî dan windakirin.

Bi pêvajoya hilbijartinê re derfetên guhertina vê yekê hatine afirandin.

Ji bo têkbirina Erdogan bi rastî jî helwesta Partiya Çepên Kesk girîng bû .

Mînak, Partiya Çepên Kesk bi polîtîkaya xwe ya herî rast a têkildarî jinê, bi rola pêşeng radibe.”

“Bila her kes dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk”

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan di dawiyê de bang li her kesî kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

“Partiya Çepên Kesk ku li Tirkiyeyê xeta sêyemîn temsîl dike, divê teqez piştgirî jê re bê dayin.

Divê deng tenê ji Partiya Çepên Kesk re bê dayin.

Deng ji Tifaqa Ked û Azadiyê re bê dayin.

Bi wan re wê Tirkiye bikeve nava rojên hîn bedew û ronahî.”

Back to top button