Hêzên Asayîşê a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku şervanekî wan li navçeya Amûdê şehîd bûye.
Asayîşê di heman demê de soza şopandina rêya şehîd da heta ku ewlehî û aştî pêk were.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê derbarê mijarê daxwiyaniyek da û ev agahî parve kirin:
“Endamê me Mehmûd Diyab di 5`ê Gulanê de li navçeya Amûdê şehîd bûye.”
Asayîşê sersaxî da malbata şehîd û soza şopandina rêya şehîd da..
Li gorî Asayîşê, nasnameya şehîd wiha ye:
Nav û paşnav: Mehmûd Diyab, 5-5-2023 li Amûdê şehîd bûye.