Malbatên Şehîdan: Emê li dijî tecrîdê her di nav têkoşînê de bin

Malbatên şehîdan ên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê bêdengiya saziyên navneteweyî li dijî tecrîdê şermezar kirin û gotin:
“Saziyên navneteweyî berpirsên girankirina tecrîdê ne.”

Xwişka şehîd Macid Omer Etiye Omer tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Apo şermezar kir û got:

“Tecrîd li dijî tevahî qanûn û peymanên navneteweyî ye”

Birayê şehîd Gulbihar û şehîd Zerdeşt Ferho, Dilbirîn Ferho:

“Dewleta Tirk li ber çavên rêxistin û saziyên mirovî tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne.

Lê rêxistinên mirovî li dijî dewleta Tirk tu tedbîrên qanûnî an jî cezayan pêk naynin.”

Birayê şehîd Peyman Elî, Ebdulwehab Xalid El Meranî :

“Dewleta Tirk a faşîst fikrê Rêbertî wekî xetereyekê li ser xwe dibîne,

Ji ber vê yekê bi rêya girankirina tecrîda li dijî wê, şerê vî fikrî dike.”

Hevjîna şehîd Riya Elî, Cîhan Mihemed Yûsif:

“Rêxistinên mirovî yên navneteweyî berpirsên pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê ye.”

Back to top button