
Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglû jî piştî dengdayînê got:
Ev hilbijartin di bin şert û mercên giran de pêk tên
Her wiha ji bo parastina sindoqan jî bang hate kirin ku heta dawî xwedî li dengên xwe derkevin.
Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Millet û Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû JÎ li gel hevjîna xwe dengê xwe da.
Kiliçdaroglû piştî dengdanê li baxçeyê dibistanê daxuyanî da û wiha got:
“Ev hilbijartin di bin şert û mercên zor de pêk tê.
Lê ez bi bawerim wê gelê me bi aqlê selîm tevbigere.
Ez hêvî darim wê ev hilbijartin bibe wesîleya demokrasî û azadiyê.”
Serokê YSK’ê: Hilbijartin wê zû encam bigire
Serokê Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) jî, ji bo hilbijartina tûra duyemîn a Serokkomariyê dengê xwe da.
Serokê YSK’ê Ahmet Yener, diyar kir ku eleqeya hilbijêran a ji bo çûyîna ser sindoqan zêde ye û wiha got:
“Em difikirin ku ji ber tenê di vê hilbijartinê de namzetên Serokkomariyê hene wê zû encam bigire.”