Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyan li Efrîna dagirkirî dewam dikin.
Çeteyan li aliyekî Efrîniyek revandin û li aliyekî din jî hejmarek dar birîn.
Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyên ku navê Polîsên Leşkerî li xwe dikin Mistefa Henan Mihemed revandin.
Mistefa Mihemed 44 salî ye û ji gundê Şerqiyê yê Bilbilê ye.
Torê diyar kir ku çeteyan Mihemed ber bi cihekî ne diyar ve birin û heya niha aqûbeta wî nayê zanîn.
Çeteyan bi dehan darên zeytûnê birîn
Li gorî Efrîn Post jî çeteyên dewleta Tirk di navbera gundê Comkê û Qere Tepe de 25 darên zeytûnê û 4 darên gûzê yên welatiyê bi navê Henan Şêxo birîn.
Her wiha li gundê Qer-teq-laq jî çeteyan 10 darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Şêx Mûsa Nasan birîn.