NY: Heta roja Duşemê divê hemû hêzên biyanî ji Lîbya derkevin

Ji bo çareseriya aloziya Lîbya, êdî NY daxwaza gavên diyar dike.
Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres bang li hêzên biyanî yên li Lîbyayê kir û got,
Heta duşemê divê hêzên biyanî ji welat derbikevin.
Guterres daxwaza bihêzkirina erka NY li welat dike.

Li Lîbya ya ku bi pêşnegtiya NY danustandinên siyasî pêk tên, hêviya çareseriya bi rêya siyasî li welat daye avakirin.

Lê hebûna leşkerên dewleta tirk û çeteyên biyanî yên li welat ji bo danustandinan bûne asteng.

NY ku vê yekê dibîne daxwaza derxistina hêzên biyanî ji welat dike.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres ji bo derketina hêzên biyanî ji welat jî heta roja duşemê dem diyar kir.

Antonio Guterres 23 Cotmeha 2020 di civîna li Cenevê de komîteya hevbeş ya Leşkerî ava kiribû.

Ev komîte ji 10 kesan pêk dihat.

Li gorî peymana navbera aliyên şer yê Lîbya de hatî îmzekirin, divê hêzên biyanî yên li welat di nava 2 mehan de ji welat hatibana derxistin.

Guterres bang li welatên biyanî yê yên piştevaniya hêzên Lîbya dikin kir ku biyara ambargoya çekan bê şert pêk bînin û ji bo berpirsyarên wan yên di qada navnetewî de barê ku dikeve ser milê wan pêk bînin.

Her wiha Guterres daxwaza ji Konseya Parastinê kir ku bi armanca şopandina agirbestê piştevaniyê bi Mîsyona NY re bikin.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres di daxuyaniya despêka salê de jî pêşniyara avakirina komîteyeke çavdêriyê ya ji bo şopandina agirbesta li welat û herêmên petrolê yên li Sirtê kiribû.

Li Lîbya nêzî 20 hezar çeteyên dewleta tirk û bihezaran leşkerên wê hene.

Lîbya piştî şerê 2011’an bi hilweşandina deshiladariya Muamer Qezafî welat bû du beş.

Beşek aliyê Rojhelat û beşê din jî Rojava.

Back to top button