Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê: Dewleta Tirk agirbestê binpê dike û hîna destekê dide Wîfaqê

Rêveberê Perspektîva Manewî ya artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xalid el-Mehcûb diyar kir ku dewleta Tirk agirbestê binpê dike, şandina çeteyan û desteka leşkerî û lojistîk didomîne. Her wiha el-Mehcûb da xuyakirin ku ji sedî 99 ji xaka Lîbyayê di bin kontrola wan de ye.

Rêveberê Perspektîva Manewî ya artêşa Lîbyayê Xalid el-Mehcûb der barê agirbest û binpêkirinên dewleta Tirk li Lîbyayê û girîngiya helwesta welatên Ereb li hember vê yekê de, ji ajansa ANHA’yê re axivî.

Xalid el-Mehcûb diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk rojane agirbestê binpê dikin, ew jî bersiva van êrîşên didin.

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê: Ji sedî 99 ji xaka Lîbî, di bin kontrola Artêşê de ye

El-Mehcûb anî ziman ku ji sedî 99 ji xaka Lîbyayê di bin kontrola artêşê de ye, ango rûbera 750 û tenê hin herêmên sînordar di bin kontrola çeteyên Wîfaqê de mane.

El- Mehcûb her wiha da zanîn ku ji 2004’an ve dewleta Tirk bi awayekî eşkere desteka leşkerî û lojistîk dide komên terorîst û çeteyan dişîne Lîbyayê, da ku desthilata xwe berfireh bike.

Di heman demê de, el-Mihcûb destnîşan kir ku Rêxistina Îxwan el-Muslimîn a navdewletî, Tirkiyê k ontrol dike, lewre berê wê da Lîbya, da ku piştre bizîvire Misrê, ji ber vê yekê îsrar dike ku herêmên Lîbî dagîr bike.

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê: Divê dewletên Ereb, li dijî planên Îxwanan rawestin

Rêveberê Perspektîva Manewî ya artêşa Lîbyayê Xalid el-Mehcûb, bang li welatên Ereb kir ku li dijî planên Îxwanan rawestin, ji ber li ser bingeha talankirina berhemên tevahî Ereban tên kirin û tevliheviyeke domdar li herêmê çêdikin.

Back to top button