HDP’ê: ji bo dijminatiya Kurdan hikumeta AKP’ê Efrîn dagir kir

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û şêniyên Mexmûrê jî bi boneya, 3’emîn salvegera êrîşên dagirkeriyê li ser Efrînê daxuyanî dan.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî 3. salvegera êrişên dagirkeriyê ya li ser Efrînê diyar kir ku di encama polîtîkayên dijminatiya kurdan de desthilata AKP’ê herêma Efrîn a cihê herî ewle dagir kir.

HDP’ê ragihand ku ji ber vê dagirkeriyê di serî de kurd bi sed hezaran mirov neçar mane ku xaka xwe biterikînin.

HDP’ê bang li raya giştî ya demokratîk a navneteweyî kir ku li dijî sûcên şer û dagirkeriya Efrînê, dengê xwe bilind bikin û helwestê nîşan bidin

Li Mexmûrê dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengtiya malbatên şehîdan bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê hat şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê dagirkerî bi Berxwedana Serdemê têk biçe.

Back to top button