
Xwepêşandanên li Siwêdayê dewam dikin.
Gelê Siwêdayê careke din daketin qadan û daxwaza berdana girtiyan û demokratîkbûnê kirin.
Îro jî welatiyên Siwêdayê bi girseyî li qada El Kerama ya ku veguherandina cihê banga azadî û serxwebûna xwe kombûn.
Di xwepêşandanên îro de careke din xelkê Siwêdayî banga pêkanîna biryara 2254’an, avakirina welatekî demokratîk û berdana girtiyan kirin.
Sala borî jî xelkê Siwêdayê rabûbûn ser piyan û banga dûrxistina Beşar El Esed kiribûn.
Îsal jî ji 20 Tebaxa borî ve xwepêşandan destpêkirin û gel daxwaza azadiyê dikin.