Xwepêşandana herî mezin li Suweyda hate lidarxistin

Îro jî bi hezaran şêniyên Siwêdayê xwepêşandaneke girseyî li dar xistin. Di xwepêşandanan de careke din daxwaza guhertinê hate kirin. Bi hezaran şêniyên Cebel El Ereb li qada El-Kerame ya Siwêdayê kom bûn û banga hilweşîna rejimê ,pêkanîna biryara 2254’an û geşkirina têgeha nenavendîbûnê kirin. Ji dema destpêkirina xwepêşandanan ve xwepêşandana herî mezin hate lidarxistin. … Continue reading Xwepêşandana herî mezin li Suweyda hate lidarxistin