Erdogan: me dest bi şandina leşkerên xwe ji bo Lîbyayê kir

Serokê dewleta Tirk Erdogan ragihand ku wan dest bi şandina leşkerên Tirk ji bo Lîbyayê kir.

Li gorî ajansa Reutersê, Erdogan ragihandiye ku hin yekîneyên artêşa Tirk ji bo Lîbyayê hatine şandin.

Erdogan destnîşan kir ku wê leşkerên Tirk ser çend qonaxan ji bo Lîbyayê werin şandin û idîa kir ku ev leşker wê ne şerker bin.

Ji aliyê xwe ve Parlamantoya Misrê hişyarî ji şandina dewleta Tirk hêzên leşkerî ji Lîbyayê re da.

Parlamana Misrê destnîşan kir ku biryara Tirkiyê wek hewldaneke ji bo ku hegemoniya xwe li ser axa Lîbyayê ferz bike û bang kir ku pêwîste civaka navneteweyî bi erka xwe rabe.

Her wiha Wezareta Derve ya Behrênê ragihand ku ti destwerdanek derve di karûbarên Lîbyayê de wê were redkirin û ev tişt jî qanûnên navdewletî binpê dike.

Wezareta Derve ya Behrênê bang li civaka navnetewî kir ku li pêşiya van destwerdanan bi erka xwe rabe.

Leave a Reply

Back to top button