Mike Pompeo: Wê ne alîgirên Îranê, lê wê Îran bixwe bibe hedefa me

Wezîrê Derve yê Emerîkayê Mike Pompeo got, wê stratîjiya wan piştî kuştina Suleymanî li ser armancgirtina aliyên berpirsyar ên Îranî be.

Mike Pompeo di hevdîtineke bi kenala “ABC” a Emerîkî re ragihand ku di dema niha de stratîjiya Emerîkayê li dijî Îranê, wê li ser hedefgirtina aliyên ku li Îranê xwedî biryar in pêk were.

Pompeo got wê ne alîgirên Îranê li herêmê bibin hedef, lê wê komara Islamî ya Îranê bixwe bibe hedefa wan.

Wezîrê Derve yê Emerîkayê Mike Pompeo destnîşan kir ku çi êrîş li dijî Îranê pêk werin wê rawa bin, ji bo wê di çarçoveya parastina berjewendiyên Emerîkayê de bin.

Leave a Reply

Back to top button