6 moşek li nêzî Balyozxaneya Emerîka ya li Bexdayê ketin

Balyozxaneya Emerîka li Bexdayê rastî êrîşek bi moeşekan hat.

Li gorî dezgehên ragihandinê, 6 moşek li herêma Kesek a Bexdayê ketin.

Her wiha hat ragihandin ku, moşekek jî li maleke sivîlan ketiye û birîndar çêbûne.

Ev bûyer piştî biryara Perlemana Îraqî û gefên Emerîka û Îran ji hev û din re pêk tê.

Fermandarê Feyleqa El-Qudis Ismail Qanî gef li Emerîka xwar ku “ew ê heta derketina Emerîka şer bikin û kuştina Trum jî têrê wan nake”.

Li hemberî wê jî, Serokê Emerîka Donald Trump dîsa gefa xwe dubare kir û got “çi êrîşek li ser welatî yan jî leşkerekî Emerîkî wê rastî bersiveke mezin were”.

Her wiha wezîrê derve yê Emerîka jî destnîşan kir ku ” armancgirtina Îran rewa ye û ew ê Komara Islamî bi xwe bikin armanc”.

Leave a Reply

Back to top button