Duh li herêma Firatê, ji refa yekê heta dozdehan dema xwendinê ya sala nû destpê kir. Xwendekaran kêfxweşiya anîn ziman û diyar kirin ew serbilindin ku bi zimanê xwe perwedê dibînin.
Li gorî rêjeya Desteya Perwerde û Fêrkirinê, ku 5’ê Tîrmeha 2023’an eşkere kir, li herêmê 63.727 xwendekaran dest bi xwendinê kirin.
Xwendekarên Dibistana Şehîd Seydo kêfxweşiya xwe derbarê sala nû ya xwendinê de anîn ziman û gotin:
Bi zimanê dayikê fêrbûn û axaftin jiyaneke pir xweş e.
Ji bo me zimanê dayikê, her tişt e.
Vekirina dibistanê li her kesî pîroz dikin.
Sala xwendinê ya nû bi hevalên xwe û mamosteyên xwe bi şadî derbas dikin.
Hêviya me ew e ku bibin bijîşk.
Ji bo em karibin jiyana mirovan rizgar bikin.