Nivîsgeha kooperatîfan a Efrîn û Şehbayê civîna salane lidarxistin

Nifîsgeha Koperatîfan a Efrîn û Şehbayê yekemîn civîna xwe ya salane li dar xistin.

Civîn bi dûrşmeya “Bi giyana Aboriya Civakî ya koperatîfan, emê civaka komînal ava bikin” pêk hat.

Bi dehan endamên sazî, meclîs û partiyên siyasî peşdarî civînê bûn.

Di civînê de gelek axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn ev tişt gotin:

Niha ji ber ku çavên cîhanê li ser şerê Israîl û Hemasyê ye, dewleta Tirk êrişan li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û binesaziya wê dike.

Dewleta Tirk bi riya êrişên xwe yên li ser binesaziya herêmên me, dixwaze civakê bifetisîne.

Lê wek xelkên bakur û rojhilatê Sûriyê, em ê bi riya aboriya civakî û koperatîfan, jiyana komînal ava bikin û bi hevgirtina xwe êrişan pûç bikin.

Back to top button