Pêşnûmeya ji bo bidawîkirina êrîşên Husiyan hat pejirandin

Ji bo êrîşên Husiyan ku li Behra Sor li dijî keştiyên bazirganiyê pêk tîne, ji hêla Amerîka û Japonyayê ve pêşnûmeyek hat pêşkeşkirin.
Pêşnûme di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de hat dengand. Û bi 11 dengên êrê hat pejirandin.
Her wiha rêveberiya Amerîkayê diyar kir ku li Derya Sor a ku Hûsiyan êrîşên xwe lê didomînin naxwazin şer rû bide.

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî pêşnûme biryarek qebûl kir ku tê de dihat xwestin êrîşên Hûsiyên li Yemenê tavilê bên rawestandin.

Pêşnûmeya biryarê ya ku ji aliyê Amerîka û Japonyayê ve li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî hat pêşkêşkirin, ket dengdanê.

Pêşnûmeya biryarê bi 11 dengên “erê” û 4 dengên “bê alî” ve hat qebûlkirin.

Sê guhertinên ku ji aliyê Rûsyayê ve hatin xwestin, ku deng neda, di pêşnûmeyê de hatin redkirin.

Rûsyayê hişyarî da dibe ku ev pêşnûme di warê hiqûqa navneteweyî de rêgezên nû derxîne holê û xwest ku hin daxuyanî bên guhertin û rewşa Xezeyê jî li pêşnûmeyê were zêdekirin.

Rûsyayê diyar kir ku rewşa li Behra Sor rasterast bi êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê ve girêdayî ye û xwest ku di biryarê de behsa vê yekê were kirin.

Banga bi dawî anîna êrîşan

Di biryarê de ji 19’ê Hezîrana 2023’yan vir ve 24 êrîşên Hûsiyan li ser keştiyên bazirganiyê yên li Behra Sor bi tundî hatin şermezarkirin û ji Hûsiyan hat xwestin ku demildest dawî li êrîşan bînin.

Di biryarê de bang li Hûsiyan hat kirin ku xebatkarên keştiya bazirganiyê ya bi Îsraîlê ve girêdayî Galaxy Leader (Galaksî Lîdir) serbest berdin û hat gotin:

“Divê li gorî hiqûqa navneteweyî rêz ji mafên çûnûhatin û azadiya keştiyên bazirganiyê re bê girtin.”

Di biryarê de hat destnîşankirin ku mafê welatên endam ê ku li gorî hiqûqa navneteweyî keştiyên xwe ji êrîşan biparêzin divê sedemên bingehîn ên pevçûnên ku dibin sedema aloziya li herêmê bên rakirin.

Qesra spî: Amerîka li Derya Sor şer nagere

Rêveberiya Amerîkayê diyar kir ku li Deryaya Sor a ku Hûsiyan êrîşên xwe lê didomînin naxwazin şer rû bide û ji bo gavên bê bi aliyên peywendîdar re di nava koordîneya nêzîk de ye.

Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby (Con Korbî) di agahîdayîna xwe ya rojane ya çapemeniyê de rewşa dawî ya Derya Sor nirxand.

Kirby diyar kir ku ew rojeva êrîşên ku Hûsiyan li Behra Sor berdewam dikin ji nêz ve dişopînin û hem bi aktorên herêmî û hem jî yên navneteweyî re di nava têkiliyê de ne.

Amerîka-Îngilîstanê li Deryaya Sor bersiv dan êrîşên Husiyan

Back to top button