Tûnis…Tevgera Îxwan gef li gel û Serokkomarê Tûnisê xwar

Tevgera El-Nehda ya Îxwanî li dijî biryara rawestandina parlamnetoyê derket û rêxistina Îxwanî ya navdewletî jî gef li gel û serokê welat xwar.

Rêxistina navdewletî ya Îxwanî duh derbarê biryarên serokê Tunis Qeys Seîd de daxuyaniyek da û diyar kir ku ger sorokê Tunisê ji biryarên xwe venegere wê li welêt xwîn birije.

Rêxistina Îxwanî got ku heger di dema diyarkirî de daxwazên wan bi cih neyên wê çarenûsa Tunis jî weke hin dewletên din be.

Li dij van gefan Serokê Tunisê Qeys Saîda eşkere kir wan lig orî qanûnên welêt ev biryar girtine û da zanîn yê van biryaran weke darbeyekê pênase dike, bila li madeyên qanûna welat vegerin û ji nû ve bixwînin.

Back to top button