Meşa Ciwanan di roja 2. de ye Ciwanan banga wergirtina cenazeyên Gerîlayên şehîd kirin

Meşa Tevgera Ciwanan a dirêj ya ber bi deriyê Sêmalka di roja duyemîn de îro dewam kir.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan ji Qamişloyê dest bi meşa dirêj kir.

Vê êvarê meşa dirêj a ciwanan gihaşt bajarê Girkê Legê.

Di meşê de bi sedan ciwanên şoreşger ên ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn.

Meş ji Qamişloyê de ber bi deriyê Sêmalkayê ve ya di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê de dest pê kiribû ku cenazeyên gerîlayên di kemîna PDK’ê de li Werxelê de şehîd bûne, wergirin.

Vê êvarê şêniyên Girkê Legê li têketina rojavayê navçeyê pêşwaziya meşa dirêj a ciwanan kir û diruşmên silavkirina hêzên gerîla û ciwanên şoreşger berz kirin. Her wiha beşdaran berê xwe da Qada Şehîd Xebat û ber bi bajarokê Rimêlanê ve çûn û li wir şahiyek li dar xistin.

Tê payîn sibe ciwanan bigihînin deriyê Sêmalkayê.

Back to top button