Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanî: Omicron bi lezeke zêde belav dibe

Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanî li hermberî belavbûna varîanta vîrûsa Koronayê, Omîcron alarm da.

Rêxistinê got, leza ku Omîcron pê belav dibe di asta herî jor de ye

Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanî têkildarî Omîcronê daxuyaniyek da.

Rêxistinê diyar kir ku ev veyrûsa nû di nava xwe de gelek guhertinan dihewîne û got;

Heta niha li 77 welatan hatiye tesbîtkirin.

Berpirsê rêxistinê Tedros Ghebreyesus (Tîdros Gebriyesûs) ragihand ku hejmara welatên ku Omîcron lê belav bûye hê zêdetir e û wiha dewam kir:

“Diyare ku cîhan hê jî bi çavekî biçûk li vê vîrûsê dinere.

Her çendî vê gavê Omîcron rê li ber nexweşiyên sivik veke jî lê dibe sedem ku sîstemên tenidrûsiyê bixetimin.

Ghebreyesus careke din bi bîr xist ku derziyên li dijî vîrûsê bi awayekî ne adil têne belavkirin û got, hê beşeke mezin ji mirovan derziya pêşî li xwe nedaye.”

Back to top button