
Rêjîma Îranê îro 3 girtîyên Kurd ku li Girtîgeha Urmiyê ya Îranê diman, bi dar ve kir.
3 girtiyên Kurd ku derbarê wan de biryara darvekirinê hatibûn dayîn, îro serê sibê li Girtîgeha Urmiyê hatin darvekirin.
Navên girtiyên ku îro hatin dervekirin wiha ne: “Hemze Rezayî ji Selmasê, Sepehr Abbas Nejad û Îskender Zarî ji Urmiyê.”
Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw, diyar kir ku di nava 4 mehên dawî de, li Îranê 20 Kurd ji hêla rêjîma Îranê ve hatine darvekirin.