Misir û Cezayîrê piştevaniya bi serokomarê Tûnis Seîd re ragihandin

Li Tûnisê piştevaniya ji bo Serokkomar Qeys Seîd didome.
Herî dawî Misir û Cezayîrê jî piştevaniya xwe ya ji bo Seîd ragihandin.
Serokê Tevgera El Nehda ya ixwanî Xenûşî jî ji ber rewşa tenduristî rakirin nexweşxanê.

Piştî nelirêtiyên li Tûnisê Serokkomarê welat Qeys Seîd erkên parlamentoyê cemidan û serokwezîr ji erk girt.

Qeys Seîd ragihand ku ev yek ji ber nelirêtiyên li welat pêk hatiye.

Piştî vê yekê her çiqasî partiya El Nehda ya Ixwanî ku dewleta Tirk û Qeter piştevaniya wê dikin, bertek nîşan dan jî lê Serokomarê Tûnisê gav paşde ne avêt.

Tevî li hindirê welat, li derve jî piştevaniya ji bo Seîd zêde dibe.

Serokomariya Misirê bi daxuyaniyekê helwesta welatê xwe ya li ser mijarê diyar kir.

Serokoamriyê ragihand ku doh, Ebdulfeteh El Sîsî bi Wezîrê Karên Derve yê Cezayîr Ramtan Lamara re di çarçoveya krîza siyasî ya li Tûnisê de civiyane.

Di civînê de, piştevaniya ji bo Seîd hate eşkere kirine.

Piştî hevdîtina navbera aliyan, serokomariya Misirê di daxuyaniya xwe ya dayî de wiha got:

“Li ser dayîna piştevaniya tam ya ji bo Serokomarê Tûnis Seîd û misogerkirina aramiyê li welat piştevaniya xwe diyar dikin.

Her wiha ji bo ewlekariya welatiyan jî lihevkirinek pêk hat.”

Serokomarê Tûnisê Seîd Yekşema derbasbûyî serokwezîr Hîşam El Meşîşî ji erk girtibû.

Li aliyekê din, hat ragihandin ku Serokê Parlamentoya Tûnisê û serokê Tevgera el Nenahda, Rashid al-Xenûşî, ji ber vîrusa koronayê ya nû ku dema dawiyê pê ketibû, ew rakirin nexweşxaneyek leşkerî ya li paytextê.

Back to top button