Iraq: Me ji yekê zêdetir malovaniya danûstandinên navbera Tahran û Riyadê kiriye

Piştî 31 salan ji rakêşiyê, hevdîtinên veşartî pêktên û peyamên pesndayînê tên dayîn.
Bi malovaniya Iraqê, Erebistana Sûdî û Îran hevdîtinên veşartî pêk tînin.
Serokomarê Iraqê Berhem Salih got, zêdetirî çend caran Bexdad malovaniya civînên Riyad û Tehranê kiriye.
Mîrê Siûdiyê jî bi gotinên xweş pesnê Îranê da û diyar kir ku ew dixwazin li gel Tahranê hevkariyek baş bikin.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih têkildarî rewşa welat, malovaniya ji bo Îran û Erebîstana Siûdî ji Saziya Lêkolîna Enstituya Beyrutê re axivî.

Têkîldarî pirsa çend torên danûstandinên Erebistana Sûdî û Îranê pêk hatine, Salih got:

zêdetirî çend caran hevdîtin pêk hatiye.

Salih, Li ser mijarê zêdetir agahî parve nekir.

29 ‘ê Gulanê hikûmeta Îraqê ragihand ku , Serokwezîr Mustefa El-Kazimî navbênkariya dawîkirina rakêşiya 31 salan ya navbera Îran û Siûdî, dike.

Her wiha destnîşan kir ku mîrê Siûdiyê baweriyê bi diyalogan tînê.

Girêdayî serkirdatiya Îranê jî li herêmê guhertin hene.

Li gorî çavkaniyeke hikûmeta Iraqê ku hefteya borî ji AFP’ê re ragihandî, Şandeyeke Erebistana Siûdî bi serokatiya Serokê Îstixbaratê Xalid Bin Elî û şandeya Îranê ya bi serokatiya Serkreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî Elî Şemxanî, destpêka meha Nîsanê li Bexdayê civiyane.

Mîrê Erebistana Sûdî Mihemed Bin Selman jî di bernmayeke telveziyonê de bi gotinên xweş pesnê Îranê da û ev tişt anî ziman:

Îran welatekî cîran e û em dixwazin têkiliyeke baş pêre deyînin.

Bin Selman teqez kir ku ew naxwazin rewşa Îranê zehmet be, berevajiya wê hêvî dikin ku ber bi başî û mezinbûnê ve pêşkeve.

Ji bo pêşketina li herêm û cîhanê, berjewendiyên me bi hev re heye.

Back to top button