“GOTIN Û PRATÎKA WEZÎRÊ EDALETÊ HEV NAGIRE”

Rejîma faşîst a AKP-MHPê li hemberî berxwedana dîrokî tengav bûye, hew dikare bêdeng bimîne.
Ji ber vê yekê serî li rê û rêbazên xapandinê dide.
Wezîrê Edaletê yê rejîma faşîst a dewleta tirk qedexeya hevdîtinan a 17ê Nîsanê hatî rakirin mîna ku nû hatibe rakirin eşkere kir!
Bîroya Sedsalê li ser vê yekê daxuyanî da û got;
Erê qedexe rabûye, lê serlêdanên me tên redkirin û tecrîda giran didome.

Parêzerên Rêber Ocalan yên Bîroya Hiqûqê ya Sedsalê di derbarê daxuyaniya Wezîrê Tirk ê edaletê ku gotibû qedexeya hevdîtinê ya bi Ocalan re rabûye de daxuyaniyek nivîskî parvekirin.

Di daxuyaniya parêzebran de wiha tê gotin;

Wezareta Edaletê, diyar kiriye ku qedexeya bi muwekîlê me birêz Ocalan re rabûye û derfetên bi hevdîtina bi birêz Ocalan re hatine pêkanîn.

Me ji raya giştî re ragihandibû ku 2’ê Gulanê me bi muwekîlê xwe re hevdîtin kiriye.

Me diyar kiribû ku li ser îtîraza me ya di derbarê vê biryara qedexeya hevdîtinê de, qedexe ji hêla Dadgeha Cezayê Giran a Burasayê ve hatiye rakirin.

Tevî vê, ligel ku piştî 2’ê Gulana 2019’an her roj me serlêdana hevdîtinê kiriye jî hê hevdîtinek pêk nehatiye.

Li ser gotinên daxuyaniya Wezareta Edaletê, biryara qedexeyê ya li dijî hiqûqê dema hate rakirin, didin diyarkirin ku serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran bi awayekî peryodîk wê dewam bike.

Mafên hiqûqî yên Birêz Ocalan ên hevdîtina li gel parêzer, malbat dîsa peywendiyên bi rêya telefon, name û amûrên din bi awayekî giştî neçariyeke hiqûqê ye.

Li ser vî bingehî em hemû sazî û rêveberiyên berpirs vedixwînin pêkanîna hiqûqê.

Hate ragihandin ku Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) ji Nîsana 2016’an û vir ve cara yekê ye serdana Îmraliyê dike.

Tê payîn ku pêşniyar û tespîtên CPT’ê li Îmraliyê pêk anî bi raporekê parve bike.”

Leave a Reply

Back to top button