Bi tevlîbûna bi sedan şêniyên herêma Dêrazorê cenazeyê 3 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Goristana Şehîdan a herêmê hate oxirkirin.
Her wiha di merasîmê de nasnameya 5 şehîdan jî hatin eşkerekirin.
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hisên Xelîl Hadî, Xelef Mihemed Hebîb û Ebdulhemîd Hemûd Ebdul El-Hemîd 12’ê Gulanê şehîd bibûn.
Şêniyan cenazayên şehîdan wegirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Xidir El-Hemada ya li herêma Ebû Xeşeb ve ketin rê.
Di merasîmê de li ser navê Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.
Kesên ku axivîn zosa şopandina rêya şehîdan dan.
Her wiha di merasîmê de nasmameya 5 şehîdên QSD’ê ku di 8`ê Gulanê de dema ku bi erka xwe ya leşkerî radibûn şehîd bûne hatin eşkerekirin.
Nasnameya şehîdan wiha ye:
Hesen El-Xelef bi nasnav Wîsam Hesekê,
Cîhad El-Ebûd bi nas nav Qeyser,
Tariq El-Hemed bi nas nav Şiblî.
Her wiha endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn
Ehmed El-Hesen
û Ebûdê El-Hemadê ku di 19`ê Nîsanê şehîd bûn eşkere kirin.
Cangoriyên azadiyê dinava silogan û tililiyên dayîkan de hatin oxirkirin.