Êrişên dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê bê navber dewam dikin.
Dagirkeran vê êvarê careke din êrişî gundên navçeya Til Temirê û Zirganê kirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê demjimêr 5 êvarî gundên, Um El-Kêf, Derdare ,Til Cima Tewîla û Til Tewîl ên girêdayî navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê bi çekên giran topbaran kirin.
Di heman demê navenda navçeya Zirganê û gundên Xirbet Şeîr ê , Dada Ebdel, û Esediyê yên girêdayê navçeya Zirganê bi çekên giran û hawanan topbaran kirin..
Derbarê encamên van êrişan de gelek malên welatiyan hatin tûxandin.
https://youtu.be/qdi4igB7WAw



