Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro dîsa çû Tirkiyê û bi serokê rejima Tirk Erdogan re hevdîtin pêk anîn.
Mesrûr Barzanî û Erdogan li Qesra Dolmabahçeyê ya li Stenbolê civiyan.
Mesrûr Barzanî têkildarî naveroka hevdîtinê daxuyaniyek kurt da.
Li gorî daxuyaniyê di hevdîtinê de rewşa Iraq, herêmê û pêwendiyên di navbera Başûrê Kurdistanê û Tirkiyê hatine gotubêjkirin.
Barzanî diyar kir ku di civînê de li ser berfirehkirina hevkariya ji bo ewlekarî û aramiya herêmê niqaş kirine.
Barzanî û Erdogan daxwaziya xwe ji bo pêşxistina peywendiyên dualî li ser esasê berjewendiyên hevbeş di hemû waran de, bi taybetî di warê aborî û bazirganî de nîşan dane.
Li gorî medyaya Tirkiyê jî armanca serdana Mesrûr Barzanî niqaşkirina mijara henardekirina gaza başûrê Kurdistanê û şerê li dijî gerîla ye.
Ji berî niha hatibû eşkerekirin ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê amadekariyên êrişên li dijî gerîla dike.