Murat Karayilan: Ebû Ciwan mînakeke welatparêzî ye

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Murat Karayilan salvegera wefata welatparêz Şemseddîn Mele Îbrahîm bi peyamekê ew bibîr anî û got: Ebû Ciwan mînakeke welatparêzî bû.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan di yekemîn salvegera wefata welatparêz Şemseddîn Mele Îbrahîm (Ebû Ciwan) ê Hesekeyî bi peyamekê bi bîr anî.

Fermandarê Biryargeha NPG’ê Murat Karayilan di peyama xwe de sersaxî ji malbata wî re xwest.

Murat Karayilan bal kişande ser kesayetiya Ebû Ciwan û got:

Mînakeke giranbuha û rasteqîn jibo welatparêzî û girêdanbûyina axê, welat û azadiyê bû.

Fermandarê Biryargeha NPG’ê Murat Karayilan got:

“Li ser navê tevgera me dibêjim ku ked û xizmeta Ebû Ciwan a di ber şoreşê de nayê ji bîr kirin.

Hemû jiyan û hewildanên me wê ew be ku em xwedî li vê kedê derbikevin û layiqê bîranînê wan û gelê me bin.”

Welatparêz Şemseddîn Mele Îbrahîm bi navê Ebû Ciwan tê naskirin, ew bixwe jî ji Hesekê ye.

Ebû Ciwan di 3’ê Nîsana 2021’an ji ber şewba koronayê wefat kiribû.

Back to top button