6 sal di ser êrişa çiyayê Qerçoxê re derbas dibin. Ev êrîş ji aliyê dewleta Tirk dagirker ve pêk hat û 38 şervan şehîd û birîndar bûn.
QSD Û YPG‘ê bi daxuyaniyên cuda şehîdên vê êrişê bi bîr anîn û tekez kirin bi vê êrişê hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ’ê eşkere bû.
QSD’ê jî daxuyaniyek da û destnîşan kir wan di wê rojê de fermandar û şervanên leheng ku li pey xwe mîrateya berxwedan û fedakariyê hiştin, winda kirin.
QSD’ê diyar kir ku ev êriş hevkariya bi belge ya di navbera dewleta Tirk û terora DAIŞ’ê de eşkere kir û got:
“Wê demê hêzên me di şer û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de di qonaxên pêşketî de bû û vê êrişê derfet da DAIŞ’ê ku zêdetir xwe birêxistin bike.”
QSD’ê ragihand ku heta niha dewleta Tirk a dagirker êrîşên hovane li dijî herêmê didomîne û dawiyê ev peyam da:
Ji bo peydakirina paşerojeke bi ewle ji hgel û herêmê re, hêzên me bi berpirsyarî têdikoşin.
Yekîtî û hevkariya di navbera hêzên me û gel de wê her bijarteya tekane ya têkbirina hemû êrişan be.