YPG: Em ê bi her awayî heqîqeta şer ragihînin

Roja 25’ê Nîsanê ji sala 2017’an li çiyayê Qereçoxê êriş pêk hat û 20 fermandar û şervanên YPG û YPJ’ê şehîd bûn.
YPG û QSD’ê bi daxuyaniyên cuda şehîdên vê êrişê bi bîr anîn û tekez kirin bi vê êrişê hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ’ê eşkere bû.

25’ê Nîsana 2017’an dewleta Tirk a dagirker êrîşeke hewayî li ser çiyayê Qereçoxê yê Dêrikê pêk anî û Navenda Çapemeniya YPG’ê û Radyoya Rojava kirin armanc.

Di encamê de 20 fermandar û şervanên YPG û YPJ’ê şehîd bûbûn.

Navenda Ragihandina YPG’ê bi vê boneyê daxuyaniyek da û şehîdên êrişê bi rêzdarî bi bîr anîn.

YPG’ê da zanîn ku dewleta Tirk bi vê êrişê taybet bi armancgirtina çapemeniyê xwest pêşî li dengê şoreşê û heqîqeta şerê dagirkeriyê bigre û got:

“Radyoya Rojava bi weşana xwe rastiya şer bi gelê me re parve dikir û di bûyîna dengê şoreşê de roleke girîng lîst, ji ber wê hat armancgirtin.

Navenda me ya ragihandina YPG’ê jî li eniyên pêş kêlî bi kêlî şer dişopand û berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê ji hemû cîhanê re radigihand.

Hevalên me yên çapemeniyê Heqî, Rêvan û Şîlan ku di vê êrişê de şehîd bûn, rojnamegerên me yên herî çalak bûn.”

YPG’ê da zanîn ku vê êrişê hêrseke mezin derxist, hişt ku gel zêdetir xwedî li têkoşîna azadiyê derkeve û tekez kir ew ê di bin her şert û mercî de heqîqeta şer ji gelê xwe û hemû cîhanê re ragihînin.

Salvegera 6’an a êrişa li dijî Qereçoxê

Back to top button