Soran Omer: Hevpeymana 50 salî ya li ser petrolê hilweşiya

Endamê Komisyona Darayî û Parlementerê Iraqê Soran Omer, dibêje:
Bi biryara Dadgeha Navneteweyî ya Lihevanînê, dawî lihevkirina 50 salî ya petrolê ya di navbera Herêma başûrê Kurdistan û Tirkiye de hat.

Di rojên borî de Dadgeha Navneteweyî ya Lihevanînê ya Odeya Bazirganiya Navneteweyî ya li Parîsê, biryar da ku bê Iraqê Herêma Kurdistanê wê nikaribe petrolê bo Tirkiye bişîne.

Di sala 2014’an de piştî temambûna xeta Herêma Kurdistan-Tirkiyeyê, bi piştgiriya Tirkiyeyê û bêyî Bexdayê, Hikumeta Herêma Kurdistanê yekemcar bi rêya Tirkiyeyê petrol şand benderên cîhanê.

Hat ragihandin ku rojane 300 hezar bermîl petrol bi rêya wê xetê dihat henardekirin. Ev pêngav piştî lihevkirina Barzaniyan a 50 salî ya bi dewleta Tirk a dagirker re hat.

Ev lihevkirin tê wateya binpêkirina peymana petrolê ya di sala 1973’an de hatî îmzekirin.

Endamê Komisyona Darayî û Parlementerê Iraqê Soran Omer li ser medyaya dijîtal, têkildarî biryarê peyamek belav kir.

Soran Omer diyar kir ku bi biryara Dadgeha Navneteweyî ya Lihevanînê ya Parîsê, dawî li lihevkirina 50 salî ya petrolê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiye de hat.

Soran Omer: Mafê herema Başûr nebû ku lihevkirinek wiha bike

Parlementer Soran Omer dest nîşan kir ku lihevkirina 50 salî ya di navbera başûr û Tirkiyê de lihevkirinek wisan bû ku tu zanyariyek li ser naveroka wê nedihat zanîn û got:

”Ew mafê desthilata Herêmê jî nebû lihevkirinek wiha li gel dewletekê bike. Ev pêngav piştî lihevkirina Barzaniyan a 50 salî ya bi dewleta Tirk ya dagirker re hat.”

Back to top button