Meclisa kantona Qamişlo ji bo parastina berheman, rêzetedbîrên hişiyariyê girtin

Ji bo şewata zeviyan a ku sala borî pêk hat îsal dubare nebe, Meclisa Kantona Qamişlo ji bo parastina berheman hin tedbîr girtin.

Ji wan tedbîran, Meclisa Kantona Qamişlo komîteyên destwerdana lezgîn li tevahiya navçe, bajarok û gundên girêdayî kantona Qamişlo ava kir.

Hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Avram Ishaq diyar kir ku di nava komîteyê de, Komîteya Aborî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şaredariyê hatin hilbijartin.

Avram Ishaq destnîşan kir ku komîte wê di rojên pêş de dest bi karên xwe bikin û bi koordîneya şêniyan kar tevger bikin.

Li gorî Meclisa Kantona Qamişlo, Komîte wê dermanên kurman li dora rêyên giştî bireşîne.

Ger şewat derket wê Meclisa Kantonê bi hevkariya şaredariyan sahrîcên avê li tevahiya navçe, bajarok û gundan belav bike.

Back to top button